9786055585709
139156
![Kela Dimdime](https://cdn2.dokuzsoft.com/u/turkishbooks/img/b/k/e/kela-dimdime20120403002625.jpg)
https://www.turkishbooks.com/books/kela-dimdime-p139156.html
Kela Dimdime
4.08
"Kela Dimdimê" ji nû ve
Çapa 4an a Kela Dimdimê ku ji aliyê Jan Dost ve hatibû nivîsandin di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa kela Dimdimê di destpêka salên 90î de çap bûbû û rastî elaqeyek baş hatibû.
"Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan dide xuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiya mîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû.
"Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.
"Çerxa dîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman û egîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfîraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin."

Yorumlar (0)
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.