3002784100169
62062
https://www.turkishbooks.com/books/dubeyti-p62062.html
Dubeyti
5.40
Baba Tahirê Uryan kevintirîn şairê Lor ê Îranê ye ku şiîra Îranê ya nivîskî bi wî dest pê kiriye. Ev rastî, ji hêla îraniyan jî tê qebûlkirin; lê mixabin hin ji wan, erê Lorbûna Baba Tahir tesdîq dikin, lêbelê kurdbûna Loran qebûl nakin û îddîa dikin ku Lor, Pars in. Ev yek heta deverkê tê fêhmkirin ku çima hin ji îraniyan vê îddîayê diparêzin: Lewra eger kurdbûna Baba Tahir qebûl bikin, ev tê wê menayê ku edebiyata Îranê, bi kurdekî destpê kiriye; Û ev yek, ji hin îraniyan giran tê. Li gor çavkaniyan, Baba Tahir di sala 1010 ê zayinî û 410 ê koçî de wefat kiriye.
Lexwe ji dayikbûna wî di dawiya sedsala dehan, û wefata wî di destpêka sedsala yazdehan de ye. Kitêba ku ji vê wergera me re bûye çavkanî, ji hêla weşanxaneya Îqbal di sala 1983yan de li Tehranê û bi navê Dîwanî Şi^rî Baba Tahirî Uryanî Hemedanî hatiye çapkirin. Di wergerê de me xwe bi piranî bi tertîba vê kitêbê ve girêda; lêbelê me Dubeytiyên ku bi navê Dubeytîhayî Meşkûk ( Duyebtiyên Biguman) di dawiya kitêbê de cih girtine, meşkûk nehesibandin û li Dubeytiyên din îlawe kirin; û xezelên ku di nav Dubeytiyan û Dubeytîhayî Meşkûk de cih girtine, me di dawiya kitêbê de bicih kirin.Lewra me xwe ti cihêbûnekê di nav Dubeytîyan û Dubeytîhayî Meşkûk de tesbît nekir û bi baweriya me, yan divê Dubeytî hemûmeşkûk bên dîtin, yan jî divê Dubeytiyên Meşkûk, ji Meşkûkbûnê bêne derxistin; me jî weha kir..

Yorumlar (0)
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.